ÊLÊN DÊRA ZORÊ DAXWZA VEGERA MALBATÊN ÇETEYÊN DAIŞÊ BO WELATÊN WAN KIR

Nêzî 70 hezar jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê li kampa holê hene..
Rûspiyê êla El-Egêdat, Ehmed Mihsin El-Ebid El-Ezîz daxwaza derxistina jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê dimînin kir.

Ehmed Mihsên got,

Bi navê êlên gundewarên Dêrazorê, em daxwaz dikin ku jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî li welatên wan bên vegerandin.

Ji ber ku ew risqê jin û zarokên herêmê yên li kampê dimînin dixwin, her wiha xeteriya wan jî li koçberên kampê heye.

Rêveberiya Xweser jî ji bo vê mijarê gelek caran bang li dewleta kir ku welateyên xwe bigirin.

Lê piraniya dewletan bersiva daxwaza rêveberiyê nedan.

El-Ezîz her wiha daxwaza derxistina beşa sêyemîn a şêniyên Dêrazorê yên ji kampa Holê jî kir.

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button