DARISTANÊN AMAZONÊ HETA NIHA, BI SED HEZARAN HEKTAR ŞEWITÎNE.. CÎHAN JÎ BIFIKAR E

Bi sed hezaran hektarên daristanên Amazonê yên li Emerîkayê Latînî şewitîne, cîhan jî bifikar e.

 

Ev 2 hefte ne daristanên Amazonê tên şewitandin û ev yek bûye sedema fikarên mezin.

Ji destpêka salê ve, li zêdeyî 72 herêmên Amazonan ên Brezîlyayê şewatê rû daye.

Bîlançoya şewata dawî jî, hîna bi temamî nehatiye zanîn. Lê li gorî texmînan, bi sed hezaran hektar li Brezîlyayê talan bûye.

Li Bolîvyayê bi tenê, 600 hezar hektar şewitîne.

Li Paraguayê jî, qadeke berfireh a daristanê şewitiye.

Der barê vê de jî, sekreterê Giştî yê “NY”Antonio Guterres ragihand ku ev yek zerarê dide têkoşîna li dijî guhertina avhewayê û got:

Divê ev daristan bi cidî werin parastin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî got ew ê vê yek di civîna bilind a “G7” de gotûbêj bikin.

Daristanên Amazonê , li Emerîkaya Latînî ne û weke cîgera dinyayê tên dîtin.

Ev daristan, her sal rê li ber ji 90 heta 140 milyar ton karbon-dîoksîtê digirin û nahêlin li atmosferê belav bibe ango germahiya gerdûnî asteng dikin.

 

Leave a Reply

Back to top button