Çalakî li meydana navenda bajêr pêk hat û bi hildana pankart û qîrîna dirûşman rejîma Îranê hate şermezar kirin.
Çalakgeran darvekirina hersê girtiyên siyasî yên Kurd û êrîşa rejîma Îranê ya li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Lehûn Lehûnî li ser navê PJAK’ê axivî û got, “Rejîma Îranê bi sûcdariyên bê bingeh girtiyan darve dike û komkujiyan dike.
Lehûnî diyar kir, armanca rejîma Îranê tepisandina daxwazên azadiyê yên gelê Kurd e.
Her wiha bang li Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku piştgiriyeke xurt bidin gelê Rojhilatê Kurdistanê yê li ber rejîma mola radibe.