Newroz li tevahî bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat pîroz kirin

Di peyamên pîrozbahiyên Newroza îsal yên li bakur û Rojhilatê Sûriyê de, îşaret bi mezinkirina têkoşîn û pêkanîna azadiya Fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Newroza îsal bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” hat bîrozkirin.

Di tevahî pîrozbahiyan de îşaret bi azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo û mezinkirina têkoşînê hat kirin.

Xerîb Hiso: Erka sereke ya gelê me azadkirina Rêber Ocalan e

Di pîrozbahiyan newroza bajarê Hesekê de, Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso Cejna Newrozê li tevahî gelan pîroz kir û got:

Rêber Abdullah Ocalan rihê Newrozê ji nû de vejand.

Meşaleya ku Kawayê Hesinkar pêxistiye, bi hezaran salan dewam kir û radestî şehîd Mazlûm Dogan kir.

Berpirsiyariya me mezin e. Ji lew re, divê gelê me ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan rêxistina xwe xurttir bike.

2023’an bike sala azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan.

Yek erka gelê me heye, ew jî azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.”

Asya Ebdullah: Em ê meşaleya newrozê carek din li Efrînê vêxin

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah jî di Newroza Şehbayê de axivî, bal kişand ser komkujiya duh a li Cindirêsê û got

“Tu hêz an jî dagirker nikarin meşaleya Newrozê vemirînin. Em ê Efrînê rizgar bikin û careke din meşaleya Newrozê li Çiyayê Kurmênc vêxin.”

Leyla Qehreman: Emê mîrasa 50 salên têkoşîna Rêber Ocalan bidomînin

Li navçeya Amûdê jî, cîgira Hevserokatiya MSD’ê Leyla Qehreman jî teqez kir ku wê sala 2023’an bi rihê têkoşîna Newrozê bikin sala azadiya fîzîk ya Rêber Apo û dawî li dagirkeriyê bînin.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat jî di axaftina xwe de berxwedana gelê kurd a li hember dagirkeran, silav kir.

Peyama Newroza Tirbespiyê: Tu hêz nikarin meşaleya azadiya gelan vemrînin

Di pîrozbahiya Newroza Tirbespiyê de jî, şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Cîhan Xelîl û Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb axivîn û gotin:

“Gelê me li ser şopa Kawayê Hesinkar û Mazlûm Dogan bi hezaran şehîd dan. Berdêl çi dibe bila bibe, bi rihê vê berxwedanê û yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê agirê Newrozê pêketî be.”

Hesen Koçer: Emê berxwedanê dewam bikin heta azadiyê misoger bikin

Li newroza Dêrikê jî cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer ev peyam da.

“Newroz sembola berxwedanê ye. Emê berxwedanê dewam bikin heta ku armancên xwe yên azadî û demokasiyê mîsoger bikin.”

Telat Yûnis: Bi rihê newrozê emê Sûriyeya Semokratîk ava bikin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis di newroza Qamişlo de axivî û banga avakirina yekitiya kurdî kir û got:

“Bi rihê Newrozê em ê Sûriyeke demokratîk ava bikin, azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan mîsoger bikin û dagirkeriya li ser xaka me tune bikin.”

Back to top button