ERDOGAN WÊ LI BERLÎN Û KOLNÊ WERE ŞERMEZARKIRIN

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan wê 28-29’ê Îlonê serdaneke fermî li Almanyayê bike.

Li dijî serdanê wê çalakiyên protestoyî bi dirûşmeya “Erdogan not welcome” (Erdogan tu bi xêr neyÊ) bên lidarxistin.

Ji bo çalakiyên girseyî yên protestoyî bên lidarxistin, bi navê “Erdogan not welcome” platformek ava bû.

Platformê ragihand ku xwepêşandana li Berlînê wê 28’ê Îlonê roja Înê saet 16’an li navenda bajêr li Postdamer Platzê dest pê bike.

Çalakî wê di wê wextê de bê kirin ku Erdogan wê li qesra Bellevûeyê ji aliyê Serokkomarê Alman Frank Walter Steînmeîer ve bê pêşwazîkirin.

29’ê Îlonê roja Şemiyê jî wê li bajarê Kolnê çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.

Erdogan wê wê rojê li Kolnê bi alîgirên xwe re bicive.

Platforma “Erdogan not welcome” diyar dike ku Erdogan li şûna ku li Berlînê bi xelîçeya sor were pêşwazîkirin, divê li Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ya li Den Haagê were darizandn.

Leave a Reply

Back to top button