Rêxistina Hevkariya Îslamî bi beşdariya wezîrên welatên Îslamî civînek pêk anî

Rêxistina Hevkariya Îslamî bi beşdariya wezîrên welatên Îslamî civînek pêk anî. Di civînê de girêdana terorê bi ola Ismalê re hat şermezarkirin û li dijî destwerdanên derve yên li herêmê banga yekîtiyê li welatan hat kirin.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariya Îslamî, Yûsiv Bin Ehmed di civînê de derbarê terora li cîhanê axivî.

Yûsiv Bin Ehmed diyar kir ku teror diyardeyeke sînoran derbas dike û hemûyan bê cudahî dike armanc.

Bin Ehmed girêdana terorê bi ola Îslamê re şermezar kir û diyar kir ku azadiya derbirînê nayê wateya dijîrabûna li hember sembolên olî.

Wezîra Dewleta Îmaratê ya Karûbarên Navdewletî Rîm Bint Îbrahîrm El-Haşimî jî di civînê de axivî.

Rîm Bint Îbrahîrm El-Haşimî derbarê destwedanên derve li welatên herêmê banga yekbûna helwestê li welatan kir.

Hat destnîşan kirin Îmarat bang li civaka navdewletî kiriye ku sînorekê ji bo aliyên destwerdanê li herêmê dikin deyne û aliyên piştgiriya terorê dikin werin cezakirin.

Back to top button