Şêniyên Dêrikê bi diruşmeya “Bi rihê damezirandina tevgera azadiyê em ê têkoşînê xurt bikin û dagirkeriyê têk bibin” salvegera 42’an a damezirandina PKK’ê pîroz kirin.
Şahî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer hate lidarxistin.
Bi hezaran şêniyên Dêrikê, Berav û herêma Koçerat beşdar şahiyê bûn.
Piştî rêzgirtinê, Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Ararat axivî, salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û got:
Pêngava Tevgera Rizgariya Kurdistanê, gelê kurd li her 4 beşên Kurdistanê kir yek û nirxên mirovahiyê û gelên azadîxwaz parast.
Tevî ku rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de ye, lê fikir û felsefeya wî li tevahî cîhanê cîhanê belav bûn.
Piştî axaftinê, Koma Cûdî stranên şoreşgerî û folkolrî gotin.
Şahî bi gerandina xelkên govendê bi dawî bû.