Siwar Elşerqiyê gef hikûmeta Şamê xwar: Em ê Derayê bikin dojeh

Hate gotin, Koma bi navê ‘Siwar El-Şerqiyê ‘ gef li hikûmeta Şamê xwar ku ger êrişî herêma Horanê bike û lihevhatinên nû bi şêniyan re pêk bîne ‘Ew ê Derayê bikin dojeh’.

Koma bi navê “Siwar Şerqiyê” bi daxuyaniyekê gef li hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê xwar ku “heke êrişî herêma Horanê bike “dê Derayê bikin dojeh”.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Heke hûn şaşiyekê bikin û êrişî devereke herêma Horanê bikin, em ê Derayê bikin dojeh.

Em ê hemî nuqteyên we bidin ber agir.

Baş bizanin ku em ê li hember zirardayîna lehengên gelê Horanê bê deng nemînin.

Heger şer dest pê kir, dê tenê li Horanê ne-mîne. Ew ê tenê destpêk be.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku endamên saziya ewlehiya siyasî ya hikumeta Şamê ji muxtarên bajarê Senemênê xwest ku xelkê bajêr bi “pêkanîna lihevhatinên nû” agahdar bikin.

Her wiha gefa binçavkirina kesên li djiî “lihevhatinan” derkeve, xwarin.

Back to top button