KCDK-E: Li xelkê Mexmûrê xwedî derbikevin

KCDK-E’yê berxwedana xelkê Mexmûrê silav kir û got: “Em bang li gelê me yê li derveyê welat dikin ku bi hestyar bin û xwedî li xelkê Mexmûrê derbikevin.”

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî ya Ewropayê (KCDK-E) têkîldarî êrişên artêşa Iraqê a li dijî Mexmûrê daxuyaniyek da.

Kongreyê diyar kir ku Gefa dewleta Tirk, li ser Kurdistanê berdewame û wiha got: “Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî ku di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ye, rû bi rûyê êrişa PDK’ê û hikûmeta Iraqê bûye.

Ev êrişa ji nîşkave, hatiye asteke wisa ku jiyana li Mexmûrê zehmet bûye.

Dixwazin beriya hilbijartinê, bi vê êrişê Erdoganê dîktator xelat bikin .”

KCDK-E, berxwedana bi rûmetdar a xelkê Mexmûrê silav kir û bang li gelê derveyê welêt kir ku hestyar bin û li xelkê Mexmûrê xwedî derbikevin.

Kongra Star: Êrîşa li ser Mexmûrê li dijî hiqûqa navnetewî ye

Back to top button