Amir Muslim ji aliyê çeteyan ve li Efrîn hate revandin

Mîna kiryarên hov ên rojan e, çeteyan welatiyek revadin û bi awayekî bê ser û ber darên welatiyekî birandin.

Efrîn NEWS 24 ragihand ku çeteyên bi navê Polîsên Sivîl Amir Muslim Silêman ji xelkê gundê Heclar a Cindirêsê revandin.

Amir Silêman bi henceta ku di dema Rêveberiya Xweser de erka xweparastin pêk aniye hatiye revandin.

Hate diyarkirin ku çeteyan Silêman ber bi cihekî ne diyar ve birine û heya niha aqûbeta wî ne diyar e.

Çete ketin nava zeviyê welatiyekî û bê serûber darên zeytûnan birîn

Tora Çalakvanên Efrînê jî da zanîn ku çeteyên Feyleq El-şam li gundê Basofan ketin nava zeviyê welatiyekî û darên zeytûnan bê serûber birîn.

Navê welatiyê ku darên wî hatin birîn jî, Ebdo Xelîl e.

Jinek li Efrîna dagirkirî hat kuştin

Back to top button