DAYIKÊN AŞTIYÊ DI ÇALAKIYA XWE DE BI ÎSRAR IN

62 roj in asayîşa PDK’ê wargeha şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr xistiye dorpêçê.
Li dijî dorpêçê berxwedana dayikên aştiyê yên Mexmûr jî didome.

Ji bo rakirina dorpêça li ser wargeha Mexmûrê, Dayîkên Aştiyê yên Wargehê tevî şert û mercên dijwar 17 roj in di çalakiya rûniştinê de ne.

Çalakiya dayikan li ber seyteraya PDK’ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de ye.

Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê şev û roja xwe li wir derbas dikin.

Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ti bersiv nedaye daxwaza dayikan.

Dayik jî dibêjin, heta dorpêç bi dawî nebe emê jî di çalakiyê de bin.

Leave a Reply

Back to top button