Yaşar Yakiş: bicihkirina qeyûman li dijî rêgeza demokrasiyê ye

Têkildarî qonaxa lawaz a ku AKP’ê tê re desbas dibe ku ber bi têkçûnê ve ye, Wezîrê karê derve yê Tirkiyê yê berê Yaşar Yakiş axivî. Yakiş got dewleta Tirk giraniya xwe winda kiriye û şaştiya herî mezin ku AKP’ê kir, destwerdana xaka Sûriyê bû.

Wezîrê karên derve yê berê yê Tirkiyê Yaşar Yakiş têkildarî îstîfakirina endamên AKP`ê, ji Erebiye Net re axivî.

Têkildarî hilwwşîna AKP’ê, nemaze xweistîfakirina Ahmet Davutoglu û Alî Babacan, Yaşar Yakiş diyar kir ku Davutoglu û Babacan li dijî aloziya rewşa aborî û rewşa nedemokratîk a welêt in û tê payîn ku di hilbijartinên bê de bi bandor bin.

Yakiş der barê desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê tekez kir ku bicihkirina qeyûman li dijî rêgeza demokrasiyê ye û tişta ku AKP’ê niha dike nayên qebûlkirin.

YAŞAR YAKIŞ: LI TIRKIYÊ HER KU DIÇE AZADÎ TÊK DIÇE

Yaşar Yakiş anî zimna ku li Tirkiyê her ku diçe azadî têk diçe û AKP’ê di pêkanîna sozên xwe de bi bin ket.

Yakiş destwerdan û dagirkirina dewleta Tirk ji Sûriyê re bi şaştiya herî mezin bi nav kir.

YAŞAR YAKIŞ: DESTWERDANA TIRKIYÊ JI XAKA SÛRÎ RE ŞAŞÎTIYA HERÎ MEZIN BÛ

Yakiş got: Nabe Tirkiye destwerdanê di kar û barên hundirîn ê Sûriyê de bike, diviyabû di aliyê mirovî û aloziya Sûriyê de beşdar bibûna, lê şandina hêzên bejahî ber bi dewletên cîran ve, li dijî destûrê ye.

Hêjayî gotinê ku Wezîrê karên derve yê berê yê Tirkiyê Yaşar Yakiş ji ber redkirina siyaseta Rojhilata Navîn a AKP’ê di 2014`an de ji AKP`ê hate derxistin.

Leave a Reply

Back to top button