Parlamana Îraqî 17 biryarên çareseriyê eşkere kirin

Piştî bi sedan kuştî û birîndar di refên xwepêşanderên Îraqî de çêbûn, parlamana Îraqî civîneke awarte li dar xist û 17 biryar ji bo rawestandina van xwepêşandanan dan.

 

Ji bo daxwazên cur bi cur, ev hefteyek dengê xwepêşanderên Îraqî li gelek deverên welêt bilind dibe.. ji bo rêlibergirtina wan jî bi sedan kuştî û birîndar çêbûn.

Ev yek hiştî parlamana Îraqî civîneke awarte ji bo cîbicîkirina daxwazên xwepêşanderan li dar bixîne.

Serokê parlamna Iraqî û desteya serokatiya parlamanê, piştî hevdîtinên bi nûnerên xwepêşandêran re, çend biryar eşkere kirin.

Serokê Parlamanê, Mehemed Helbusî diyar kir wan ji bo çareseriyê, 17 biryar girtine. Çend biryarên ku hatine eşkerekirin jî wiha ne:

– Milyonek û 250 hezar kes nikarin debara xwe bikin, ji lew re mûçeyek ji bo van kesan dê were dayîn.

– Bi rêya wezaretan, dê derfetên kar werin peydakirin.

– Kesên teqaid bûne, dê alîkariya wan were kirin.

– Pêwîst e kesên têgihîştî di hikûmetê de bêne bicîhkirin.

– Dê beşekî mûçeyên kesên payebilind were qutkirin û ji bo lêçûnên zanîngeh û peymangehan bên xerckirin.

– Divê şîrketên neftê û yên din li hundir û derveyî welat derfetên kar peyda bikin.

– Tundiya leşkerî ya li herêmê bê kêmkirin û xizmetguzarî ji bo welatiyan bên dayîn.

– Çavdêrî dê ji bo gendeliyê were danîn û kesên gendeliyê dikin dê radestî dadgehê bên kirin.

– Kesên xwîna xwepêşanderan rijandiye, dê bên cezakirin.

Piştî eşkerekirina van xalan, Helbusî destnîşan kir ew ê ji bo pêkanîna biryaran, civîneke din li dar bixin.

Serokê Parlamana Îraqî di dawiyê de got, em gelekî dereng man, lê em ê çareseriyê bi cih bînin.

Leave a Reply

Back to top button