Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê”: 5 çete û bazirganên hişbirê hatin girtin

QSD’ê ragihand ku di operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de 3 çeteyên DAIŞ’ê û 2 bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin.
Her wiha QSD diyar kir di êrişa çeteyan a li Dêrazorê de, şervan û jineke sivîl şehîd bûne.
Li vir jî 3 çeteyên DAIŞ hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî Operaysona “Xurtkirina Ewlehiyê” ku di roja xwe ya 3emîn de dewam dike, daxuyaniyek nivîskî weşand.

QSD paqijkirina gundewarê rojavayê Dêrazorê ku ji rojhilatê Reqayê heta çerxerêya Meamil digire nava xwe, bi dawî kir.

Operasyon li gundewarê rojhilat û hin beşin ji gundewarê bakurê Dêrazorê dewam dike.

Şevê din jî, 3 çeteyên DAIŞ’ê yên li ser rêya Ezba-Konîko hewil didan birevin, ji aliyê şervanan ve hatin girtin.

Di operasyoneke serdegirtinê de jî, hêzên hevbeş ên operasyonê 2 bazirganên hişbir girtin û miqdareke madeyên hişbir desteser kir.

Dêrazorê-Çeteyên DAIŞ êrişî dewriya hêzên QSD kir

Bi daxuyaniyekî din, Navenda Ragihandinê ya QSD ragihand ku komek ji çeteyên DAIŞ’ li gundê Seade yê ser riya navçeyên Siwer û Mergeda yê Dêrazorê êrişî dewriyeya hêzên wan kirin.

QSD: Şervanekî me û jinek şehîd bûn-3 çete hatin girtin

Di êrişa Çeteyan de şervanekî QSD û jinek şehîd û hejmarek ji şêniyên gund birîndar bûn.

Di encama bersivdayîna hêzên QSD de, 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

QSD’ê diyar kir ku hêzên wan li navçeya El-Ezbe ya Dêra Zorê bi xurtî li dijî sûcdaran tevdigerin,

Û saziyên ku bi sûcdaran re eleqedar dibûn, girtin.

Hêzên hevbeş ên Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê diyar dikin ku wê hesab ji hemû kesên ku destê wan di bazirganiya madeyên hişbir û zordarî li sivîlan kirî de, bipirsin.

Hêzên Humat El Cezîrê: Operasyon baş bi rêve diçe

Girêdayî operasyonê, ji fermandarên Hêzên Humat El Cezîrê, Zewbei Zewbei da zanîn ku hejmareke komên ‘terorîst’ mijûlbûna hêzên QSD bi êrişên dewleta Tirk re bi kar tînin û pilanên êrişan dikin.

Zewbei anî ziman ku QSD’ê, ev oparasyon li ser bangawaziyên gel û eşîrên Dêrazorê ragihandiye û got,

Operasyon baş bi rêve diçe.

Back to top button