Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi armanca koordînekirina karê di navbera rêveberî û meclisên Bakur û Rojhilatê Sûrî de û hevparkirina qanûnan hate damezrandin.
Hevserokên meclisa Rêveberiyê diyar kirin ku ew ê despêka miha Mijdarê dest bi karê xwe bikin.
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê 6’ê Îlona îsal civînek lidarxist û Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrî ava kir.
Di civîna yekem de, Sîham Qeryo û Ferîd Etê wekî hevserokên Meclisa Giştî ya Rêveberiyê hatin hilbijartin.
Her wiha endamên dîwana meclisê ku ji 5 kesan pêk tê hatin hilbijartin.
Di heman civînê de Bêrîvan Xalid û Ebd Hamid Mihbaş jî wekî hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiyê hatin hilbijartin.
Di civîna duyemîn de, 9 desteyê Rêveberiyê hatin avakirin û hevserokên wan jî hatin hilbijartin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî rêveberiyeke ne navendî ye û ji 7 rêveberiyan pêk tê.
Erka xwe hevparkirina qanûnên hemû rêveberî û meclisan û koordînekirina kar di navbera wan de ye.
Ev rêveberî her meh civîna xwe li dardixe û bi rêveberî û meclisên sivîl re dicive û biryar û qanûnên hevpar dinirxîne.
Hevserokatiya Rêveberiyê piştî ragihandina Desteyan 7 buro ava kirin.
Ev buro “Têkiliyên Derve , Ragihandin, Danûsandin, Parastin, berhema Binerd û Petrolê, Pilansazî û Geşbûnê û Buroya Karûbarên Mirovî” ne.
Her wiha komîteyên girêdayî buroyan hate avakirin, Buroya Karûbarên Mirovî girêdayî Rêveberiya Giştî.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî dê serê meha Mijdarê dest bi karê xwe bike.
Xebatên sereke yên ku li pêşiya rêveberiyê ne xebatên xizmetguzarî û perwerde ne.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid derbarê mijarê de axivî û got:
Erka me xizmeta gel bikin û pêwîstiyên wan bi cih bînin.
Hîna gelek herêmê hene ku bi temamî hatin hilweşandin divê ku van herêman ji nû ve ava bikin û xizmeta wan bikin.”
Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku ew hina di pêvajoya rêxistinbûyînê de ne, lê ew ê pilansazî û projeyên xebatên deynîn û di destpêka mijdarê de dest bi kar bikin.