Wezareta Derve ya Rûsî: Tirkiye serweriya xaka Sûrî binpê dike

Berî hevdîtina di navbera Putîn û Erdogan de pêk were, Wezareta Derve ya Rûsî li dijî dagirkeriya Tirk daxuyaniyek.
Wezaretê got, “Tirkiye serweriya xaka Sûrî binpê dike.”

Cigirê Wezîrê Derve yê Rûsî Oleg Siromolotov got, Tirkiye bi êrîşa xwe ya li ser xaka sûrî re, serweriya xaka Sûrî binpê dike.

Siromolotov diyarkir ku divê ji bo birên petrolê jî ka wê kî wan kontrol bike zelaliyek çêbibe.

BERDEVKÊ KREMLÎN: BIRYARA MAYÎNA ARTÊŞA TIRK LI SÛRÎ TENÊ ŞAM DIKARE DIYAR BIKE

Di heman demê de berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov jî beriya hevdîtinê bi çend saetan axivî û diyarkir ku biryara mayîna artêşa tirk a li sûrî, tenê ji aliyê rejîma Sûrî ve dikare were dayîn.

SEROKÊ REJÎMA SÛRÎ ÇÛ ÎDLÎB’Ê
ESED PIŞTÎ 8 SALAN BI LEŞKERÊN REJÎMÊ RE CIVIYA

Piştî şerê li Sûrî ku di sala 2011’an de destpêkiribû, Serokê Rejîma Sûrî Beşar Esed yekem car çû Îdlibê.

Berî civîna di navbera Rusya û Tirkiye de Esed li bajaroka Huneyt a bejahiya Îdlibê bi leşkerên rejîma Sûriyê re hat gel hev.

Leave a Reply

Back to top button