Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 21’an û di roja 103’yan de bi biryardariyek xurt berdewam dike.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO di 20’ê Tîrmehê de hatiye destpêkirin, bi koma 21’an û di roja 103’yan de bi biryardariyek xurt berdewam dike.
Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 20’emîn Leyla Arzû Îlhan axivî û got:
“Zêdeyî 100 rojanin, em wek wargeh di çalakiyê de ne.
Her wiha em di sedsaliya Komara Tirkiyeyê de ne.
Rêber Apo û gelê Kurd li dijî her cure êrîş û qatliyaman têkoşîna xwe bi domdarî beşand.
Wek xelkê Mexmûrê em bang li tevahî gelê Kurd û qada navnetewî dikin, li dijî tecrîdê bibin yek û xeta rumetê biparêzin.
Çalakiya Nobetê li Mexmûrê bi wergirtina koma 20’an dewam dike