Jens Stolberg: NATO piştgirî da herêma ewle ya navnetewî

Civîna Wezîrên Parastinê yên 29 Welatên endamê NATO’yê bi dawî bû. Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg diyarkir ku ew weke NATO’yê bi kêfxweşî piştgirî didin pêşniyara Almanyayê ya ji bo avakirina herêma ewle ya navdewletî.

Civîna Wezîrên Parastinê yên 29 Welatên Endamê NATO’yê ya ku ev 2 rojin li Brûkselê dewam dikir, îro bi dawî bû.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg piştî civînê daxuyanî da û diyarkir di civînê li ser rewşa Bakûr û Rojhilatê Sûrî axivîne û ew weke NATO’yê pêşniyara Almanyayê ya avakirina herêmê ewle ya di bin sîwana navdewletî de bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

Her weha anî ziman ku, divê civaka navnetewî hîn zêde di nav vê pêvajoya sîyasî de cîh bigire û weha got:

“Li Sûriyê rewşa heyî nikare dewam bike. Ji ber vê yekê divê civaka navnetewî ji pirsgirêkên heyî re çareseriyek bibîne.”

Ji aliyê din ve Wezareta Parastinê ya Almanyayê jî rojnameya Der Shepigel re axivî û diyarkir ku eger di bin sîwana navdewletî de herêma ewle pêk were ew amade ne ku 2500 hêzên xwe yên leşkerî bişînin Bakûr û Rojhilatê Suriyê.

Leave a Reply

Back to top button