Asayiş: Endamê mê Farûq Salih şehîd bû

Asayişê bidaxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Farûq Salih di encama qezayê de li bajarê Reqayê şehîd bûye.
Cenazeyê Şehîd Farûq Salih li Tepqayê hat oxirkirin.
Şêniyên Derbesiyê jî sersaxî ji malbata gerîlayê HPG′ê Gernas Qendîl re xwestin.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayişê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Farûq Salih şehîd buye û nasnameya wî eşkere kir.

Di daxuyaniya Asayîşê de hate diyar kirin ku Farûq Salih 1’ê Mijdarê di encama qezayê de li bajarê Reqayê şehîd bûye û li ser jiyan û têkoşîna wî wiha hate gotin;

“Berpirsiyariya wî li hember welatê wî hişt ku tev li nava refên hêzên me bibe.

Ew endamekî durist û bi karê xwe re wefedar û dilsoz bû.

Heta ku gihîşt asta şehadetê jî erka xwe bê kêmanî pêk dianî.”

Li gorî daxiyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Farûq Salih
Navê Bav: Mihemed
Navê Dayikê: Ebîr
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Reqa/15.1.2023
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa/1.11.2023

Şehîd Farûq El Salih li Tepqayê hate oxirkirin

Piştî eşkerekirina nasnameya şehîd Farûq, merasîma oxirkirinê li bajarê Tebqayê hat li dar xistin.

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer axivî û wiha got:

Hêzên Asayişê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her tim şer û têkoşînê dikin.

Pilan û fitneyên li dijî projeya neteweya demokratîk vala derxistin.”

Omer dawiyê de got ji bo avakirina civakeke demokratîk a pirrengî ew ê tekoşînê bidomînin.

Şêniyên Dirbêsiyê sersaxî dan malbata şehîd Gernas Qendîl

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê jî sersaxî ji malbata gerîlayê HPG′ê Gernas Qendîl (Kawa Mamo) re xwestin.

Endama Meclisa Dirbêsiyê Cîhan Mihemed di merasima sersaxîyê de wiha got:

“Ji bo parastina nasname û rûmeta gelan û sekna li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û xayînên hevkariya wê dikin.

Hêzên gerîla li çiyayên Kurdistanê bi lehengî şer dikin.”

Li ser navê malbata şehîd Gernas Qendîl jî pismamê şehîd Mihemed Mamo axivî û wiha got:

“Şehîd Gernas di jiyana xwe de rêya rastiyê esas girt û em soz didin şehîdan em ê li ser şopa wan û fikra Rêber Abdullah Ocalan bimeşin.”

Dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button