Li Idlibê leşkerekî hikûmeta Şamê û çeteyek hatin kuştin

Li he rêmên bê çek şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker didome.
Li aliyê din jî êrişên Artêşa Israîlê yên li ser Sûriyê didomin.

Li qaşo herêma Bêçek şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de didome.

Hêzên hikûmeta Şamê di saetên sibê de gundên El-Fatira, Fleifel û Sufuhan ên Cebel El-Zawiyê ên li başûrê Idlibê, topbaran kirin.

Gundên Hemayê, rojava yê Helebê û Cebel El-Ekrad ê li bakurê Laziqiyê jî hatin topbaran kirin.

Hat diyar kirin di encama topbarana çeteyên “El-Feth El-Mubin” û Hêzên hikûmeta Şamê de leşkerekî hikûmetê, çeteyek hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê: Me hin deverên li Sûriyê bombebaran kirin

Êrişên Îsraîlê ên li ser Sûriyê jî didomin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan îro êrişî ew koma ku duh balafira bêmirov ber bi bajarê Îlatê ve rê kiriye û li dibistaneke bajêr êriş pêk aniye, kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin wê Îsraîl bersiva hemû êrişên ji Sûriyê bên kirin bide.

Li herêma Bêçek Şer-2 leşkerên hikumeta Şamê û çeteyek hatin kuştin

Back to top button