NY: Di nava sala borî de 89 hezar jin li seranserê cîhanê hatine kuştin

Sala borî li seranserê cîhanê 89 hezar jin hatine kuştin
nîva vê hejmarê jî ji aliyê hevser, bira, bav yan jî endamên din ên malbata xwe ve hatine kuştin
NY bi sernavê ‘Jinkujî’ ev agahî parve kirin.

Ofîsa Têkoşîna Dijî Madeyên Hişber û Sûcên Beramberî Jinan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, daxuyaniyek bi sernavê ‘Jinkujî’ da.

Ofîsê ragihand ku tevî kêmbûna rêjeya giştî ya sûcên kuştinê, kuştina jinan di sala 2022’an de pir zêde bûye û ev rêje di nava 20 salên dawî de weke rêjeya herî zêde hate tomarkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin sala borî 89 hezar jin li ser asta cîhanê hatine kuştin

Ji vê rêjeyê ji sedan 55’ê wê ango 48 hezar û 800 jin ji aliyê hevser yan jî endamên din ên malbata xwe ve hatine kuştin.

Hate diyarkirin ku hejmarên hatine eşkerekirin diyar dikin ku mal û malbat ji bo jinan nebûye stargehek ewle

Li gorî lêkolînê bi giştî rojane zêdetirî 133 jin ji aliyê endamên malbata xwe ve têne kuştin.

“Bîlançoya rêjeya kuştina jinan metirsîdare”

Rêveberê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Madeyên Hişber û Tawanan Ghada Wali got:

Bîlançoya rêjeya kuştina jinan metirsîdare û hişyariyek tund e

Back to top button