Li Hesekê jinan rêbazên rêgirtina li tundiyê nîqaş dikin

Li herêmê bi nêzîbûna 25’ê Mijdarê çalakî dewam dikin.
Li Hesekê, Minbic, Şehba û Helebê bi çalakiyên cuda tundiya li ser jinan hate şermezarkirin.
Her wiha hate diyarkirin ku divê mafên jinan bên parastin û dengê wan bigêjin cîhanê.

25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan nêz dibe.

Bi vê buneyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî tên lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de, li Hesekê atolyeya têkildarî tundiya li ser jinan dest pê kir.

Atolyeya ji aliyê rêxistinên jinan ve bi dirûşmeya “Li dijî hemû rengên tundî û dagirkeriyê Jin, Jiyan, Azadî” hate lidarxistin.

Zêdetirî 60 jinên endamên saziyên jinan ên herêmê beşdarî atolyeyê bûn.

Di atolyeyê de, berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Hesekê Rîhab Coc di beşa yekemîn a atolyeyê de axivî û behsa rewşa jinan di civaka xwezayî de kir.

Rîhab ji bo parastina jinan ji tundiyê hin çareseriyên di riya perwerdeya li gorî zihniyeteke exlaqî-polîtîk pêşniyar kirin.

Piştre endama Komîteya Edaletê ya Kongra Star a Hesekê Alaa Hemdîş ve axivî û pêşniyar kir ku semîner bên zêdekirin û ciwan bên hişyarkirin.

Pişt re sînevîzyone hat pêşandan.

Wê atolye bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Şêniyên Minbivê: Divê mafê jinan bên parastin

Yekîtiya Rewşenbîran a Minbicê bi heman armancê li Pirtûkxaneya Menla Xizeyl panelek li dar xist.

Di panelê de, gelek kes axivîn û behsa rewşa jinan dema niha û di dema hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê kirin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, deriyê nîqaşê hat vekirin.

Li Şehba û Helebê tundiya li ser jinan hate şermzarkirin

Dayikên Aştiyê yên kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê tundiya li ser jinan şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku sîstema serdestiya mêran di nava krîzeke giran de ye û hate gotin, nebûna jina tê wateya mirina jiyanê.

Di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan yên ji bo jinan hate kirin.

Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî jî bi sernavê “Rastiya Jin” semînerek da.

Semîner li navenda Malbenda Karê û Aktîvîteyên Çandî û Fikrî ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat dayîn.

Di semînerê de Hevseroka malbendê Leyla Xalid axivî û îşaret bi rola jinan di Şoreşa Rojava de kir û wiha got:

“Jinan di şoreşê de xwe di hemû qadan de îsbat kir û bû xwediya biryarê.”

Li Kobanê li dijî tundiya li ser jinan semînerek hat dayin

Back to top button