Rêzefîlma Şerê Tûnêlan lı ser ekranên Ronahî TV ye

Beşa yekemîn a Rêzefîlma Şerê Tûnêlan îşev seat 22’yan de li ser ekranên Ronahî Tv ye.
Rêzefîlm li hemberî dagirkeriya Japonan qala berxwedan û serkeftina gundiyên Çînî dike.

Rêzefîlma Şerê Tûnelan ku li dijî dagirkeriya Japonan, serdema berxwedaniya Çîniyan dike di weşana nû ya Ronahî TV de wê were weşandin.

Beşa yekemîn a fîlm îşev seat 22’yan de tê weşandin.

Ji bo temaşevanên ku di weşandina yekemîn de nikarîn temaşe bikin, her roja şemiyê wê dûbare were weşandin.

Di serdema ku Çîn di bin dagirkeriya Japonan de bû, Japonya bi hejmareke zêde ya arteşa xwe li Çînê bi cih kiribû.

Her wiha ji hevkar û xayinên Çînî jî arteşek hatibû avakirin û teknîkeke pêşketî dabûn van hevkaran.

Şerê Tûnelan lı dıjî dagırkerıya Japonan berxwedanıya Çînıyan vedıbêje

Arteşa Japonan û hevkarên wan bi awayekî rojan li ser gel zordarî û talan ferz dikirin.

Li hemberî vê dagirkeriyê berxwedaniyeke xurt a gundiyên çînî çêdibe.

Li hemberî arteş û teknîka pêşketî ya demê gundî bi derfetên xwe yên kêm û bi baweriya xwe li hemberî êrîşan taktîkên şer pêş dixin.

Yek jî taktîka sereke ya gundiyên berxwedêr jî, çêkirina tûnêlan e.

tûnelên ku destpêke weke cihê xwe veşartinê tên bi karanîn, bi demê re dizivirin taktîkeke şer û di bin bighena serkeftina gundiyan ta ku japonî ji welat tên qewitandin.

Dı fîlm de karekterê berxwedanî, dagırkerî û xıyanetê

Her wiha di nava fîlm de jiyana komînal, fedekarî, wêrekî, dilnizmî û berxwedaniya jin derdikeve pêş.

taybetmendiyên dagirkeran, hevkar û xiyanetkaran jî bi awayekî şênber li ber çavan tê raxistin.

Da ku berfirehiya fîlm temaşe bikin, îşev seat 22’yan de li ber ekarên Ronahî tv bin.

Back to top button