Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk sûcên şer dike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kir ku planên dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze malbatên çeteyên xwe li herêmên ku dagir kirine bi cîh bike, dikevin nava sûcên şer ên li dijî mirovahiyê.
Rêveberiyê bang li NY`yê kir ku ve plana dewleta Tirk a dagirker erê neke û xwest ku ji bo dagirkeriya dewleta Tirk lêkolîn bike komîteyek lêpirsîne ya navnetewî were avakirin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker herêmên di navbera Serêkaniyê heta Girê Spî dagir kirin, 300 hezar sivîl neçarî koçberiyê kirin û ew ji cih û warên wan derxistin.

Serkêşê çeteyan Erdogan, herî dawî di hevdîtina xwe ya bi Sekretere Giştî yê NY re, ji bo plana xwe ya paqijiya etnîkî û guhertina demografiyê û li van herêman bicîhkirina malbatên çeteyên xwe piştgirî xwestibû û NY jî bi awayekê sergirtî ev daxwaza dewleta Tirk a dagirker erê kiribû.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî der barê mijarê de daxuyaniyeke çapameniyê da û li dijî vê plana qirêj nerazîbûn nîşan da.

Daxuyanî ji aliyê gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ve hate, têde wiha hate gotin:

Planên dewleta Tirk a dagirker ên bicihkirina malbatên çeteyên xwe li herêmên ku dagir kirine dikevin nava sûcên şer, sûcên qirkirina komî û sûcên li dijî mirovahiyê.

Li gorî sîstema Roma ya mirovî ya dadgeha cînayetên navdewletî, dûrxistina niştecihan û vegustina bi darê zorê, her wiha kiryarên di çarçoveya firehkirina êrîşên bêserûber li dijî komeke ji niştecihên sivîl de, sûceke li dijî mirovahiyê ye.

Bi vê yekê, dewleta Tirk hemû zagon û qanûnên navdewletî binpê dike û li vir NY jî pê re dibe hevkar.

RÊVEBERIYA XWESER: DIVÊ NY LI DIJÎ PLANÊN GUHERTINA DEMOGRAFÎK DERKEVE

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de bang li NY`yê kir ku plana dewleta Tirk a dagirker ya ji bo bichkirina malbatên çeteyan li herêmê, erê neke û kiryarên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirine bişopîne,û daxwaza avakirina komîteyeka lêpirsînê ya navnetewî kir.

Her wiha Rêveberiyê destnîşan kir ku ji bo bahaneyên dewleta Tirk ên ji bo bichkirina koçberên Sûrî li Bakur û Rojhialtê Sûrî pûç bibin, divê dosyaya koçberan bikeve bin berpirsyariya NY de û wê demê Rêvberiya Xweser jî wê di vê mijarê de alîkar be û rola pêwîst bilîze.

Leave a Reply

Back to top button