ŞERVANÊN YPJ’Ê: EM AMADE NE GEL JI ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ BIPARÊZIN

Dewleta Tirk a dagirker di van rojên dawîn de êrîşên xwe li dijî kantonên Kobanê û Girê Spî zêde kiriye.

Şevanên YPJ’ê diyar kirin ku dê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bidin û dê heta dilopa xwîna xwe ya dawîn parastina gelê xwe bikin.

Dewleta Tirk a dagirker di van rojên dawîn de êrîşên xwe li dijî kantonên Kobanê û Girê Spî zêde kiriye û gundên nêzî sînor topbaran dike.

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û yên YPG’ê êrîşa Tirkiyê bersivand û êrîşên wan li gorî mafê xwe-parastinê şikandin.

Têkildarî mijarê Şervana YPJ’ê ya bi navê Têkoşîn Kobanê wiha got:

“Em amade ne li hemberî dagirkeriya Tirkiyê ku têkbirina ewlehî û aramiya herêmê armanc dike li ber xwe bidin.

Şervana bi navê Çêçek Minbic jî axivî û diyar kir ku ew rê nadin dagirkeriya Tirkiyê ku destdirêjiyan li gel bike û wiha anî ziman:

Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawîn li ber xwe bidin.

Şîraz Minbic jî wiha got:

“Em wek Yekîneyên Parastina Jin tu carî dagirkeriya li ser axa xwe qebûl nakin.

Em ê bi hemû hêz û derfetên xwe parastina gelê xwe bikin û li ber xwe bidin.”

Leave a Reply

Back to top button