Roj nîn e ku li Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin sivîl nayên revandin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê 15 sivîl li Efrînê revandin. Her wiha çeteyan goristana gundê Qeregul rûxand û darên derdora wê jî qut kirin.
Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pêkanîna sûc û binpêkirinan li dijî sivîlên Efrînê û talankirina xweza û mîrasên wê yên çandî didomînin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyên bi navê ‘Sultan Mûrad’ beriya çend rojan goristana Til Midewir li gundê Zeregul ê navçeya Bilbilê rûxand û hemû darên li derdora goristanê jî birîn.
Li navçeya Şiyê jî çeteyên ‘Lîwa El-Weqas’ careke din li herêmê sivîl revandin û ji bo serbest berdanê, ji malbatên wan pere xwestin.
Di 9’ê Mijdarê de çeteyan welatiyên bi navê Ibrahîm Ebdo û Zekeriya Mihemed ji gundê Enqelê û Senarê revandin.
Her wiha traktorên wan ên çandiniyê jî dizîn.
Çeteyan li şûna berdana wan 3 milyon lîreyên Sûrî xwestin.
Li navçeya Şêrawa jî çeteyên ‘Feyleq El-Şam’ 12`ê Mijdarê 6 sivîl ji gundê Kebaşîn revandin.
Navên sivîlan jî wiha ne:
Ismayîl Cimo Heyder
Hisên Ebdo Mihemed
Xesan Lûeyî Îso
Dahêr Silêman Ebid
Mihemed Ebdilqadir Hindî
Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan sivîlên ku revandin, birin zindaneke taybet li gundê Iskan ê navçeya Şêrawa.
Li aliyekî din Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 6 sivîlên temen mezin ku ji wan 5 jin in, ji navenda Efrînê revandin.
Navên kesên hatine revandin, wiha ne:
Xedîce Qere Elî
Emîne Qere Elî
Heyat Qere Elî
Fedîla Mihemed
Fedîla Kerîko
Fedîle Seydo
Nûrî Qere Elî
Çavkaniyan diyar kir ku Fedîla Kerîko, Heyat Qere Elî û Nûrî Qere Elî hatin berdan, lê heta niha çarenûsa jinên din ne diyar e.
12`ê Mijdarê jî çeteyên dewleta Tirk li navenda Efrînê ciwanê bi navê Ferhad Şêx Ebdî ji pêşiya dikana wî revandin, lê heta niha aqûbeta wî naye zanîn.