Belge- El-Bexdadî ferman daye çeteyan di Tirkiyê re biçin Ewropayê

Erdogan plana Bexdadî ya beriya 4 salan li ser Ewropayê bicih tîne.
Serçete Ebû Bekir El-Bexdadî 2015’an ferman da çeteyên xwe di ser Tirkiyê re derbasî Ewropa bibin û ji bo teqînan amadekariyê bikin.
Bê guman weke riya herî hêsan ji bi wan bi nav kiriye.
Ev yek jî bi belegeyk nû a têkiliya Dewleta Tirk û DAIŞ’ê derketiye holê.

Piştperdeyên hebûna serçetyên DAIŞ’ê li herêmên di bin dagirkeriya Dewleta Tirk de û şandina Tirkiyê ji girtyên DAIŞê ji bo Ewropayê, êdî eşkere dibin.

Ajansa Hawarê, belgeyek ku tê de têkiliya rasterast a DAIŞ û Tirkiyê radixe ber çavan, bi dest xist.

Di belgeya ku 31 Cotmeha 2015 hatiye şandin de, hin çeteyên DAIŞ’ê ji bo pêkanîna çalakiyên terorê li Ewropayê têne erkdarkirin.

Her wiha Tirkiyê jî weke riya ewle û aram a pêkanîna van planan destnîşan dike.

Di nameya ji bo wan hatiye şandin de tê gotin, li gorî perspektîva “Emîr El-Muiminîn” Ebû Bekir El-Bexdadî divê Ebû Suleyman El-Enter ji Tirkiyê ber bi Almanyayê ve bê şandin.

Heman name ji bo çete Ebdulah Mihemed El-Mihemed jî hatiye rêkirin.

Belgeya navborî jî, bi fermana El-Bexadî yê ku li Idlibê hat kuştin, hatiye nivîsandin.

Ji xwe beriya niha jî, derketibû holê ku, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, DAIŞiyan ji bo Rûsya, Afrîka Bakur û gelek deverên Cîhanê vedguhêze û cebilxaneyê ji bo wan peyda dike.

Gulana 2019’an çeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê Îlyas Aydin li têkiliya xwe ya bi MIT’a Tirk re mikur hatibû.

Tê de eşkere dike ku, bazirganiya DAIŞ’ê bi agahiyên MIT’ê dihat kirin û hemû teqemenî û madeyên Kîmawî û dermankirina birîndaran di ser Tirkiyê re dihatin derbaskirin.

Bi heman rêbazî jî, plansaziya teqînan dihat kirin.

Her wekî wî gotibû “Lîsteya pêkanîna teqînan li Tirkiyê bi riya çete Ebdulrehman Alagoz ê ku cihê xwe di teqîna Surûçê de girt, bi MIT’ê re dihat parvekirin”.

Plana derbasbûna çeteyan ji bo Almanyayê ji zû ve dihat kirin.

Li gorî belgeyan, El-Bexdadî sibata 2015’an çeteyên bi navê Hisên Mihemed Elî û Elî Hemûd El-Îsa ji bo hêsankirina derbasbûna çeteyan ji Ewropayê û bi taybetî Almaniya, şandin Tirkiyê.

Halê hazir jî, Tirkiyê û bi fermana Erdogan, DAIŞ’iyê girtî dişîne Ewropayê û zextê li wan dike.

Ji xwe beriya niha nûnerê berê yê Emerîka di Koalîsyona navdewletî Brett McGurk gotibû, Tirkiyê hişt 40 hezar DAIŞ’î ji 110 welatan derbasî Sûriyê bibin.

Leave a Reply

Back to top button