Meclisa Jin a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê: Dewleta Tirk hemû qanûnên navdewletî binpê kir

Meclisa Jin a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bang li rayagiştî ya navnetewî kir ku li dijî dagirkerî û sûcên şer yên dewleta Tirk bêdeng nemînin û bikevin nav tevgerê.

 

Meclisa Jin a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li avahiya têkiliyên giştî ya Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da û destnîşan kir ku armanca êrîşên dewleta Tirk têkbirina projeya demokratîk li herêmê ye û bi taybet jî jina ku têkoşîna azadiyê dide, hedef digire.

Meclîsa Jin anî ziman ku dewleta Tirk van sûcên şer bi piştgiriya Rûsya, Emerîka, rejîma Sûrî û civaka navnetewî pêk tîne, lê berxwedana gelê herêmê û QSD’ê rastiya van aliyan û danûstandinên wan yên qirêj derxist holê.

Meclîsa jin destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû qanûnên navnetewî bin pê dike û dixwaze bi qirkirina etnîkî ya li dijî pêkhateyên herêmê plana guhertina demografiyê bixe dewre.

Meclisa Jin a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi 20 xalan sûcên şer yên dewleta Tirk ku li Bakûr Rojhilatê Sûriyê dike rêz kir.

Meclîsa jin da zanîn ku dewleta Tirk bi dagirkerî, qirkirin, komkujî û kuştina sivîl, rojnamevan û xebatkarên tendûristiyê, dizî, talan, guhertina demografîk, hedefgirtina jinan û bi binpêkirinên ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dike gelek xalên hevpeymanên navnetewî yên weke NY, Cenêv û Romayê bin pê dike.

DIVÊ CIVAKA NETEWÎ NEBE HEVKARÊ SÛCÊN ŞER

Meclisa Jina Sûrî di dawiyê de banga li raya giştî ya navnetewî kir bu nebe hevkarê sûcên şer yên dewleta Tirk û li dijî vê berpirsyariyên xwe bi cîh bîne û daxwazên xwe weha rêz kir:

* Divê bendên agirbestê bikevin meriyetê û dewleta Tirk ji xakên ku dagir kiriye vekişe.

* Divê qada hewayî li dewleta Tirk were qedexekirin.

* Koçberên ji Serê Kaniyê û Girê Spî divê di bin ewlehiya hêzên navdewletî de vegerin malên xwe.

* Ji bo rawestandina êrîşên dagirker yên dewleta Tirk divê li herêmê hêzên navdewletî were bicîhkirin.

* Ji bo lêpirsîna sûcên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê divê NY komîteya lêpirsînê bişîne herêmê.

* Divê dosyaya doza kuştina Hevrîn Xelef, Amara Rênas û jinên ku hedef hatine girtin were vekirin.

* Divê NATO’yê li dijî çekên qedexekirî yê dewleta Tirk bikeve nav tevgerê.

* Divê Erdogan ji ber sûcên şer ku bi fermana wî pêk hatine were darizandin.

Leave a Reply

Back to top button