Dem û cihê pêşhilbijartinên Kongra Star û PYD’ê hatin eşkerekirin

PYD û Kongra Star yên di nava tifaqê de başdarî Hilbijartina Şaredariyan dibin, namzetên xwe yek bi yek diyar dikin.
Ev namzet jî bi rêya pêşhilbijartinekê pêk tînin.
Ceh û demê pêşhilbijartina PYD û Kongra Star ku namzetên xwe bi hilbijartinekê diyar bikin eşkere bû.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û Kongra Star namzetên xwe yên ji bo Hilbijartina Şaredariyan diyar dikin.

PYD û Kongra Star ya bi tifaqî beşdarî hilbijartinê dibin, beriya wê bi pêşhilbijartinan namzetê xwe hildibijêrin.

Pêşhilbijartina li herêmê despêkê 24’ê Nîsanê ji aliyê Kongra Star ve pêk hat.

Piştî vê, dîrok û cihê pêşhilbijartina ji bo diyarkirina namzetên PYD û Kongra Star jî diyar bûn.

Li gorî vê;

Kongra Star ji bo destnîşankirina namzeta xwe ya li taxên Twêna, Sifêya, Til Mecdel û Til Bêder yên Hesekê 27’ê Nîsanê pêşhilbijartinê dike.

Her wiha wê Belde Ebdan, Şedadê, Deşîşa, Erîşa, El Hedadiyê û Mergeda jî 28’ê Nîsanê, ji bo destnîşankirina namzeta Kongra Star pêşhilbijartin pêk were.

Piştî vê bi rojekê, wê 29’ê Nîsanê jî Kongra Star li Dirbêsiyê, Xenamiyê, Sîker, Qermane, Til Kermê, Serêkaniyê û Holê jî endamên Kongra Star wê dengê xwe bikar bînin.

Di encama dengên derdikevin de, li van herêman wê namzet diyar bibe.

Heman rojê, wê PYD bi pêşhilbijartinekê namzetên xwe yên li Tiwêna, Sifeya, Til Mecdel û Til Bêder yên bajarê Hesekê namzetên xwe bi hilbijartinekê diyar bikin.

30’ê Nîsanê jî wê li Til Temir, Zirgan jî di nav de Kongra Star li 4 deveran namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike.

Heman rojê, PYD jî wê li Şedadê, Erîşa û Hedadiyê di nav de li 6 cihan, pêşhilbijartin pêk bîne.

Namzetên PYD’ê yên li van deran di rêza yekem de wê bi ya Kongra Star re, di nava tifaqa aliyan ragihandî de, bikevin hilbijartina giştî.

Bi despêka Gulanê re, êdî Kongra Star û PYD pêşhilbijartinên xwe yên dawî li Kantona Cizîrê wê pêk bînin.

2’ê Gulanê PYD wê li Dirbêsiyê, Xenamiyê, Siker û Qirmane bi pêşhilbijartinê namzetên xwe yên ji bo Hilbijartina Şaredariyê diyar bike.

Diyarkirina Namzetên dawî yên PYD’ê jî wê li Zirgan û Til Temirê pêk were.

Ev namzet wê bi pêşhilbijartina 3’ê Gulanê pêk were û bi vê yekê re PYD wê li Kantona Cizîrê tevahî namzetên xwe yên ji bo Hilbijartina Şaredariyan diyar bike.

Back to top button