Li herêmê amadekariyên ji bo hilbijartinên şaredariyan

Ji bo hilbijartinên şaredariyan amadekarî li seranserî herêmê têne kirin.
Li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş-hilbijartin ji bo diyarkirina namzatan tê lidarxistin.
Bi vê armancê PYD’ê îro li sê navendan li bajarê Hesekê pêş-hilbijartinên xwe lidar xist.
Li Dêrikê jî, pêşhilbijartinên Kongra Star bi coş û moraleke mezin pêk hatin.

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên ji bo hilbijartên şaredariyan ên giştî dewam dikin.

Tifaq tên ragihandin, pêre pêşhilbijartin û rêzecivîn jî pêk tên.

Di vê çarçoveyê de, li bajarê Hesekê li 3 navendan pêşhilbijartinên PYD’ê pêk hatin.

Di van pêş hilbijartinan de, navê 6 bernamzatan hatine destnîşan kirin û dê yek ji wan piştî dengdan bidawî bibin beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên giştî bibe.

 Li Hesekê pêşhilbijartinên PYD’ê pêk hatin

Yek ji navendan li taxa Salihiyê bû.

Li vir ji seatên sibehê ve şênî û endamên sazî, rêxistin û partiyan berê xwe dan navendê û dengê xwe bikaranîn.

Şêniyên ku dengê xwe bikaranîn diyar kirin ku ew gelekî bi van hilbijartinan kêfxweş in û hêvî dikin ku ev hilbijartin bibe xala guherînên mezin li herêmê.

Li taxa Neşwa jî navendeke pêş-hilbijartinê hebû.

Li vê derê jî seatên sibehê bi qelebalex bû.

Bi sedan şêniyên taxê û gundewarên derdora wê berê xwe dan ser sendoqan û dengê xwe dan.

Her wiha li taxa Kelasî jî heman coş hebû.

Xelkê vê taxê û taxên nêzîkî wê bi kelecanî hatin navendê û bi rengekî demokratîk dengê xwe dan.

Li Dêrikê pêşhilbijartinên Kongra Star hatin lidarxistin

Li aliyekî din li Dêrikê jî pêşhilbijartinên Kongra Star pêk hatin.

Pêşhilbijartin seat 8 sibehê destpê kir û heta seat 5 dewam kir.

Li vir jî 8 bernamzat hene û dê ji wan yek beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên giştî bibe.

Jinên dengê xwe didan û yên ku li ser rêveçûna pêş-hilbijartinan disekinîn diyar kir ku ev hilbijartin dê bi xwe re serkeftinên mezin bîn e.

Back to top button