Li paytexta Hindistan Dehlî yê şewat 43 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî rakirin nexweşxanê

Li Hindistanê di encama şewata li kargehekê de zêdetirî 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytexta Hindistanê Dehlî îro danê siharê kargeh şewitî.

Tîmên agirkujiyê di saet 05.22’an de xwe gihandin cihê şewatê.

Li gorî rayedarên Hindistanê zêdetirî 43 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 30 kes jî ji ber dûmanê ew rakirin nexweşxanê.

Xebatkarên tenduristiyê jî diyar kirin ku piraniya kesên rakirine nexweşxaneyê ji ber dûmanê li ser hişê xwe çûne.

Heta niha derbarê sedema şewatê de ti agahî nehatine dayîn.

Lêpirsîna derbarê bûyerê didome.

Leave a Reply

Back to top button