Hemîd El-Ebid: Civîna me ya bi fermandarên Rûsî re erênî bû

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid diyar kir ku civîna ku li Eyn Îsayê bi fermandarên Rûsyayê re pêk anîbûn erênî bi encam bûye.
El-Ebid ragihand ku wê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 km ji bakurê rêya navdewletî M4 vekişin

Şandeyek ji meclis û şêniyên kantona Girê Spî bi fermandarên leşkerî yên Rûsî re li Eyn Îsayê civiyan.

Şandeyê nameyek ji daxwazên koçberên kantonê radestî aliyên Rûsî kirin û xwestin ku berpirsyariyên xwe bi cîh bînin û dagirkeriya dewleta Tirk rawestînin.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid der barê civînê de ji ANHA’ê re axivî û diyar kir bi vê hevdîtinê xwestine dengê koçberên herêmên dagirkirî bigihînin Rûsyayê.

El-Ebid da zanîn ku di hevdîtinê de girîngiya pêkanîna agirbestê û vekirina rêya navdewletî M4 ji bo sivîlan û misogerkirina vegera ewle ya şêniyan anîne ziman.

El-Ebid diyar kir ku rayedarên Rûsî ev weke daxwazên rewa bi nav kirine diyar kirine ku ew ê garantora lihevkirinên bi aliyê Tirk re bin.

Hemîd El-Ebid: Dewleta Tirk wê 3 km ji bakurê rêya navdewletî M4 vekişin

Hemîd El-Ebid encamên civînê erênî nirxand û weha got:

“Encam erênî bûn. Li gorî vê wê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 km ji bakûrê rêya navdewletî M4 vekişin. Ji bo misogerkirina vekişîna Tirkiyê û ewlehiya rêya ji Eyn Îsa heta Til Temirê wê dewriyên Rûsî li ser rêya navdewletî bigerin.”

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî da xuyakirina ku ev weke gava yekemîn e û di rojên pêş de jî bi koordîneya hikûmeta Rûsyayê re qonaxên din pêk werin.

Hemîd El-Ebid her weha diyarkir ku aliyên Rûsyayê daxwazên wan a ji bo tevlîbûna hewldanên destûra Sûrî û biryarên siyasî yên der barê Sûrî de jî erênî pêşwazî kirine.

Leave a Reply

Back to top button