Li Eyn Îsayê 5 hezar xwendekar nikarin biçin dibistanê

Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li herêma Eyn Îsa nêzî 5 hezar xwendekar ji mafê xwendinê bê par mane.
Komîteya Perwerdê ya şaxê Eyn Îsayê tevî êrîşên dewleta Tirk hewl dide ku xwendekar ji perwerdeya xwe qut nebin.

Li Eyn Îsayê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwendekar nikarin biçin dibistanê.

Ji ber êrîşan, li bajarokê El-Elî Balîciyê û Ebû Xerzê yên navçeya Eyn Îsayê ji 149 dibistanan 60 jê hatin girtin.

Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku çeteyan dibistanên bajarokê El-Elî Baceliyê talankirin û dibistana Cirin a bajarokê Ebû Xerza topbaran kirin.

Li gundên nêzî sînor jî 20 dibistan hatin girtin û di encamê de 5 hezar xwendekar ji mafên xwendinê bê par man.

Komîteya perwerdê ya Eyn Îsayê tevî êrîşan hewl dide ku dibistanan ji nû ve veke û perwerdeyê bide zarokan.

Berdevka komîteya perwerdê ya navçeya Eyn Îsayê Mizgîn Kobo diyar kir ku vê heftê li navçe û gundên derdorê hin dibistan hatine vekirin.

Saziya perwerdeyê berî êrîşên dagirkeriyê ragihandibû ku di sala perwerdehiyê ya 2019 û 2020’an de li herêmê 18 hezar xwendekar û 600 jî mamoste hene.

Leave a Reply

Back to top button