Pervîn Buldan: Di rastiya jinan de têkçûn nîne, berxwedan heye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got, di rastiya jinan de teslîmiyet û têkçûn nîne, têkoşîn û berxwedan heye.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna Meclîsa Jinan a partiya xwe de axivî.

Pervîn Bûldan destnîşan kir ku heta têkoşîna bi biryar a jinan hebe wê zilm ti carî ji zaliman re nemîne û got;

Êriş, zext, tundî, mêtingerî û komkujî li dijî jinê dewam dikin.

Di kar û raporên heta niha de eşkere bû ku di dema desthilatdariya AKP’ê de, tundiya li dijî sed qadî zêde bûye.

Bûldan balkişand ser desteserkirina şaredariyan û ragihand ku bi rêya qeyûman dixwazin mafê jinê yê hilbijartinê û destketiyên siyasî yên jinan desteser bikin.

Bûldan bi bîr xist ku li dijî sîstema wan a hevserokatiyê êrişên mezin tên kirin û ew vê yekê ti carî qebûl nakin.

Pervîn Bûldan anî ziman ku divê polîtîkayên ‘ewlekariyê’ yên sedema şer in bên bidawîkirin û ev tişt got:

Hikumeta AKP’ê ya ku bi betal-kirina pêvajoya çareseriyê pesnê xwe dide, divê zanibe ku herî zêde jin êşa felaketên ji ber bidawîkirina pêvajoya çareseriyê dikişînin.

Em careke din dixwazin vê yekê bêjin, pirsgirêka herî mezin a welêt û rastiya herî mezin pirsgirêka Kurd û meseleya tecrîdê ye.

Birêz Ocalan di navbera salên 2011-2015’an de kete dewrê û hewl da pirsgirêka şer çareser bike. Lê belê bidawîkirina vê pêvajoyê kir ku Tirkiye gelek tiştan winda bike.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan dawiyê got, di rastiya jinan de teslîmiyet û têkçûn nîne, têkoşîn û berxwedan heye.

Leave a Reply

Back to top button