Li Mexribê ya ku dikeve bakurê Afrîkayê, şaneyeke ku plana êrîşên terorîst dikir, hat bêbandorkirin.
Îro Wezareta Karê Hundir ya Mexribê bi daxuyaniyekê ragihand ku polîsên antî-terorê şaneyeke ku ji çar kesan pêk dihat bê bandor kir.
Li gorî wezaretê, ev şane plana êrîşên terorîst li welat dikir û gumana girêdana vê şaneyê bi DAIŞ’ê heye.
Di operasyona girtinê de gelek alavên şeneyê hatin desteserkirin û hin belge hebûn ku girêdana wan bi DAIŞ’ê dide xuyakirin.
Di sala derbasbûyî de, 79 kes bi tawana kiryarên terorîst ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Mexribê ve hatine binçavkirin.