
Rêxistina UNICEF ya zarokan ragihand ku zêdetirî 2 milyon û 8 hezar ji zarokên Sûrî ji mafê xwendinê bêpar mane.
Rêxistinê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi 100 hezaran zarokên Sûrî di rewşên zehmet re derbas dibin û zêdetirî 2 milyon û 8 hezar zarok nikarin biçin dibistanê.
Li gorî daxuyaniyê, sedî 60 ji zarokên Idlibî ji cih û warê xwe koçber bûne û ji mafê perwerdê mane.
Rêxistina UNICEF ya zarokan sala borî bi raporekê diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagîrker li Serê Kaniyê û Girê Spî di nava 2 hefteyan de zêdetirî60 hezar zarok koçber bûn.