Li dijî baregeha Besmaya ya koalîsyona ya li Iraqê êrîşek pêk hat 

Piştî baregha El-Tacî li Iraqê, li dijî Baregeha Besmaya ya hêzên Koalîsyona Navdewletî êrîşek bi moşekan pêk hat.

Şaneya Çapemeniyê ya Ewlehiya Iraqê ragihand ku duh 2 moşek li nuqteyên hêzên ewlehiyê yên li baregeha Besmaya ketin.

Şaneyê diyar kir ku ev moşek ji zeviyên çandiniyê yên li kargehên Taboq Nehrawan hatin.

Li baregeha navborî hêzên koalîsyonê yên bi serkêşiya DYA û NATO’yê hene.

Ev baregeha 60 km dikeve başûrê Bexda.

Her wiha tê de yekîneyên Spanyayê û hêzên Koalîsyona Navdewletî hene.

Ev êrîş jî ya sêyemîn e ku di vê hefteyê de li dijî hêzên biyanî li Iraqê pêk tên.

14’ê mehê dijî bergeha Tacî ya bakurê paytexta Iraq Bexdayê ku tê de hêzên Amerîkayê hene êrîşên dijwar pêk hatin.

Di encamê de leşkerên Amerîka û Brîtanyayê hatibû kuştin.

Back to top button