
Piştî vekişandina wê ji 5 baregehên leşkerî, Şandeya Koalîsyona Navdewletî biryara da, ew ê xwe ji baregeha Ebû Xirêb a li rojavayê Bexdayê jî vekişîne û wê radestî hêzên Îraqî bike.
Li gorî agahiyan, tê payîn ev yek di çend saetên bê de, were radestkirin.
Di meha Adarê de, hêzên Koalîsyonê xwe ji baregeha Qaim, Qeyara û K1 a li Kerkûkê vekişandibûn û radestî hêzên Iraqî kirin.
Beriya 2 rojan jî, Koalîsyona Navdewletî xwe ji baregeha Hebaniye ya li parêzgeha Enbarê vekişand û ew radestî hêzên Iraqî kir.