Tevna Paristina Jinê: Li dijî tundiyê em tevna piştevaniyê ava dikin

Endama Tevna Paristina Jinê Bûse Uçer, diyar kir ku biryara pêvek a Desteya Dadger û Dozgeran derbarê Qanûna Hejmara 6 hezar û 284’an de girtiye, tê wateya “Zilamên ku tundiyê dikin bila vekirin malên xwe”, Lê pêwîste Jin li dijî vê derdikevin.

Li Tirkiyê, piştî şewba vîrûsa korona Kovîd-19, bangên “Di malê de bimîne” tundiya li dijî jinê zêdetir kiriye.

Desteya Dadger û Dozgeran, derbarê Qanûna Hejmara 6 hezar û 284’an a pêşiya tundiya jinê, biryarek pêvek girtin.

Di vê biryarê de tê gotin, “Divê di çarçoveya qanûna hejmara 6 hezar û 284’emîn de ji ber vîrûsa koronayê rewşa heyî bê nirxandin.

Rêxistinên jinan li dijî vê biryarê gotin “Qanûna hejmara 6 hezar û 284 di dema hiştina di malê de tê jiyîn” û di navbera xwe de tevna piştevahiyê honandin.

Endama Tevna Piştevaniyê ya Jinê Bûse Uçer, têkildarî tevna piştevaniyê ya jinan ku di navbera xwe de avakirin axivî, diyar kir ku pêşnûmeya hat weşandin tê wateya ku “Zilamên tundiyê dikin bila vekirin malên xwe” û wiha got:

Jin gefa kuştinê hîs dikin. Ev biryarek talûkeye. ev biryar bû sedema serî-rakirina jinan.

Bi taybetî ji bo ku qanûna hejmara 6 hezar û 284 bi cih bê, me zext kirin.

Di rojên pan-demiyê de ji bo vê, me bang li jinan kir, bi rêya telefonê gelek jin li me geriyan. Em piştevaniyê, bi awayekê tevnê bi rêxistin dikin.

Ûçer, anî ziman ku ew dixwazin piştevaniyê zêde bikin û wiha domand:

Bi hinceta şewbê, divê tedbîrên li dijî tundiya li ser jinan hatine girtin, neyin paş guh kirin.

Derbarê rewşa jinên di stargehan de em bi tu awayî nikarin agahiyan bigirin.

Jin di vê pêvajoyê de wê nekare hem li malê û hem jî li konê bijî. Ji bo ku qanûn bên bi cih anîn divê em tiştekê bikin û emê bikin.

Uçar, dest nîşan kir ku li gorî daniyên Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, par ji sedî 73 jinên hatin kuştin di malê de bûn û weha bi dawî kir:

Wezîrê Karê Hûndir rewşê baş dizane. Lê li gel vê jî bergiriyên divê bên girtin na-gire.

Qanûnan bi cih nayîne û ji jinan re dibêje ‘mirin.’ Ji bo vê pêş-nûmeyê berî her tiştî divê pergal bê-sererast kirin.

Ger em dixwazin pergalê biguherînin, wê demê ev dem dema pêşîlêgirtina tundiyê ye.

Em mafê xwe yê paratinê daxwaz dikin, hevpeymana Stenbolê dixwazin, divê qanûna hejmara 6284’emîn bi cih bê û bi awayekê lezgîn xetên piştevaniya jinê bên avakirin.

Back to top button