Mazlûm Dînç: Civak bifikar e, divê bi lez hevdîtin pêk were

Parêzerê Rêber Ocalan Mazlûm Dînç, anî ziman ku ji bo tenduristiya Ocalan civak bifikar e. Dînç mirina 3 girtiyên ji ber coronayê bibîr xist û xwest rojek berî rojekê pêşî li ber hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan re bê vekirin.

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û wasiyê Ocalan Parêzer Mazlûm Dînç têkildarî metirsiya vîrûsê ya li ser Rêber Ocalan û girtiyan axivî.

Dînç, anî ziman ku di demên dawî de bi biryarên Dadgeriya Înfazê re ji bo binpêkirinên mafan ên berê li Îmraliyê pêk dihatin ‘kiraseke qanûnî’ tê amadekirin û wiha got:

Biryarên ku Dadgeriyên Înfazê digirin dijî hiqûq û exlaqê ne.

Di pergala hiqûqê ya tirk de jî tiştekî wiha tuneye.

Bi salan e li Îmrlaiyê mafê pêwendiya bi rêya telefonê tê astengkirin.

Mazlûm Dînç: Ocalan bi rîskeke mezin re rû bi rû ye

Wezîrê Dadê yê dewleta tirk jî gotibû li 5 girtîgehan di 17 girtiyan de vîrûs hatiye tespîtkirin û 3 yan jî jiyana xwe ji dest dane.

Dînç, anî ziman ku şik û fikarên der barê tendurist û ewlehiya Ocalan de pir zêde bûne û bal kişand ser şert û mercên fizîkî yên giravê û tenduristiya Ocalan.

Dînç, destnîşan kir ku Girava Îmraliyê birutûbet e û şert û mercên wê yên avhewayî jî hişk in, muwekîlên wan nikarin baş sûdê ji hewadariyê bigirin.

Ocalan 71 salî ye û nexweşînên wî yên kronîk hene.

Ji ber vîrûsê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye.

Wasiyê Ocalan, anî ziman ku ji bo tevdîrên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin xwestine hem wan hem jî raya giştî bên agahadarkirin û got, lê belê serlêdana wan a di vî warî de jî hatiye redkirin.

Mazlûm Dînç: Divê pêwendî bê danîn

Parêzer Dînç, destnîşan kir ku ji bo şik û fikarên çêbûne ji holê bên rakirin demildest divê ji bo hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re tevdîr bên girtin û muwekîlê wan bi awayekî rêk û pêk sûdê ji mafê telefonê bigirin.

Dînç, der barê serlêdanên ji bo hevdîtinê yên piştî Covîd-19’yê yê de jî agahî parve kirin.

Ji roja vîrûs li Tirkiyê hatî dîtin heta niha parêzeran 8 caran û malbatan jî 5 caran serlêdan pêk aniye, lê belê serlêdanek wan jî nehatiye bersivandin.

Back to top button