Li Başûrê Kurdistanê, 24 saetên dawî, ti pêketî nebûn

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di nava 24 saetên derbasbûyî de, 733 testên virûsê hatin çêkirin, encam jî, ti pêketiyên nû tune bûn. Niha tenê 20 nexweşên vîrûsê di nexweşxaneyan de ne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê heta niha li Başûrê Kurdistanê, 391 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 366 kes baş bûne, 5 kes mirine û tenê 20 nexweş li jêr çavdêriya bijîşkan ne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 1739 kesan jiyana xwe ji dest daye

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî ji ber negirtina tedbîrên pêwîst, her roj rewş kambaxtir dibe.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca herî dawî ragihand ku di 24 saetên dawî de, 50 kesên din jî jiyana xwe ji dest da.

Bi vê daneya nû jî, jimara miriyan bû 3 hezar û 739 kes û ya pêketiyan gihaşt137 hezar û 115 kesî.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî jimara pêketiyan bû 106 hezar û 220 kes û jimara miriyan 6 hezar û nîv derbas kir.

Back to top button