Zeviyên çandiniyê yê gundê Şergirakê hatin şewitandin

Artêşa Tirk a dagirker bi zanebûna zeviyên şêniyên herêmê dike armanc.. Îro zeviyên çandiniyê yê gundê Şergirakê yê Eyn Îsayê şewitandin. 

Artêşa Tirk, gundê Şergirakê yê navçeya Eyn Îsayê gulebaran kir.

Di encamê de, agir bi zeviyên şêniyan ket.

Duh jî, Artêşa Tirk gundê Herbel ê Şehbayê topbaran kir, di topbranê de zeviyên çandiniyê şewitîn.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şênî û şervanên meclisê bi hevkariya tîmên agirkujê şewat bi temamî vemirandin.

Hêvîn Ismaîl: Tirkiye bi zanebûn zeviyan dişewitîne

Der barê şewatên li herêmê de, Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Smaîl diyar kir ku Tirkiye bi zanabûn zeviyan dişewitîne.

Li ser vê jî, Hêvîn bang li civaka navdewletî kir ku zextê li Tirkiyê bikin da êrîşên xwe yên li dijî qûta şêniyan û aboriya herêmê rawestîne.

Back to top button