Li Îranê zêdeyî 2 hezar kesên din bi Coronayê ketin

Li Îranê ku ji destpêkê ve bi xemsarî nêzî vîrûsê dibin, bîlançoya qurbaniyan zêde dibe. Di 24 saetên dawî de zêdeyî 2 hezar kesî bi vîrûsê ketine.

Li Îranê jî rewş kambax û xeter dewam dike.

Li gorî agahiyên fermî yên desthilata Îranê di nava 24 saetên dawî de, 34 kesên din ku bi vîrûsa corona bûn jiyana xwe ji dest da, her wiha 2 hezar û 23 kes jî nû bi vîrûsê ketin.

Bi van daneyan re jî jimara gitş ya kesên ku li Îranê bi vîrûsê ketine bû 137 hezar û 724 kes û jimara giştî ya kesên jiyana xwe ji dest dane jî gihişt 7 hezar û 451’an.

Back to top button