71 saziyên jinan bertek nîşanî operesyona girtina siyasetmedarên jin dan

Li dijî binçavkirin û girtina jinên siyasetmedar ên li Amedê, 71 saziyên jinan bertek nîşanî operasyona qirkirina siyasî û darbaya li dijî vîna jinan dan.

Duh li Amedê operasyonên qirkirinê siyasî li dijî saziyên jinan pêk hatibû..

Li dijî vê, 71 saziyên jinan ên li Tirkiyê nerazîbûn nîşanî girtina jinan dan.

Saziyên jinan kirinên hikumeta AKP’ê ya li dijî jinan şermezar kirin û teqez kirin ku ew bi her awayî piştgiriya jinan dikin.

Jinan gotin:

Ev jinên siyasetmedar û aktîvîst ku hatine girtin, li dijî tundiya li ser jinan têkoşînê dikin.

Heta niha bi dehan kampanî û çalakî li dar xistine.

Em jî dengê xwe tevî Komeleya Jinan a Rosayê dikin û li dijî tundiyê têdikoşin.

Pêdiviya jinan tevahî bi Komeleya Jinan a Rosayê heye.

Divê ev kirinên ne hiqûqî yên li ser Komeleya Jinan a Rosayê were bidawîkirin û jinên hatî girtin, werin berdan.

Back to top button