Li başûrê parêzgeha Hudeyda ya Yemenê, dema 9 çekdarên Hûsî dixwestin derbasî herêmên rizgarkirî bibin, ji aliyê hêzên hevbeş ve hatin kuştin.
Ragihandina leşkerî ya hêzên hevbeş ragihand ku yekîneyên çavdêriyê, 9 çekdarên Hûsî ku hewl didan derbasî herêmên rizgarkirî bibin, gulebaran kirin û di encamê de her 9 çekdar hatin kuştin.
Ragihandina hêzên hevbeş diyar kir ku, 5 ji van çekdaran di pevçûnan de hatin kuştin û yên mayî jî di topbaranê de hatin kuştin.
Li Yemenê di nava 2 hefteyan de, 400 çekdarên Hûsî hatine kuştin
Li gorî malperên nûçeyan ên Yemenê, di nava 2 hefteyên derbasbûyî de, bêhtirî 400 çekdarên Hûsî hatine kuştin.
Malperan diyar kir ku gelek ji van çekdaran di êrîşên esmanî yên Koalîsyona Erebî li ser baregehên Sen’a û eniyên Me’rib, Cewf û Beyda de hatine kuştin.
Her wiha jimarek dikeyên avêtina mûşek û dronê bombebarkirî, li Sada, Omran û Sen’a hatin jinavbirin.
Li gorî çavkaniyên bijîşkî yên li Sen’ayê, 28% ji kuştiyên Hûsî, zarokên temenê wan di navbera 14-17 salan de ye, ku Hûsiyan ew neçarî şer kiribûn.