AKP’ê ji bo nimêja xutbê dewetname ji aliyan re şand

Beriya nimêja înê ya li Ayasofyaya ku veguherandin mizgeftê, bi carekê de jiyana li herêmê tevizand. AKP û MHP ya ku ji bo beşdarbûna nimêjê dewetî şandî jî rastî bertekên zêde hatin.

Serokê Karên Diyanetê Ali Erbaş, bi şûrê “fetihê” piştî 86 salan li Ayasofya nimêj kir.

Faşîzma AKP’ê ya ku di nava civakê de, ji ber polîtikayên xwe bûye cihê hêrsê, vê carê Muzeya Ayasofya veguherand mizgeftê.

Hikûmeta AKP’ê 86 sal piştî Muzeya Ayasofya kirin mizgeft, îro bi vexwendinnameyan nimêja Înê lê kir.

Beriya nimêjê li wê herêma Ayasofyayê di bin navê tevdîran de rê hatin girtin.

Rê girtina li çûnûhatinê jiyana welatiyan tevizand.

Rêyên wê herêmê ku diçin Ayasofyayê hemû hatine girtin û kesên diçin û tên jî polîs li ser wan lêgerînê dikin.

Seferên travmay û hin ferîbotan hatin betalkirin.

Li gelek deverên vê herêmê polîs û maşîneyên wan hatine bicihkirin û li esmanê herêmê jî helîkoptêr digere.

Tevdîrên Coronayê hatin binpêkirin

Dema wan kesên diçûn Ayasofyayê li tevdîrên li dijî Coronayê haydar nebûn û dîmenên heyîrî derketin holê.

Ew kes bi meş çûn ber bi Ayasofyayê ve û guh nedan bariyerên polîsan û bi gotinên “tekbîr” çûn ber mizgeftê.

Ev dîmenên wan kesên diçûn Ayasofyayê li ser medya civakî rastî nerazîbûnê hatin.

Serokê Diyanetê Erbaş bi şûr nimêja xutbê kir

Serokê Karên Diyanetê Ali Erbaş, bi şûrê “fetihê” nimêj kir.

Serokê Karê Dîyatenê Elî Erbaş ji bo Ayasofya, ji siyasetmedar, parlamenter, burokrat, dewletên biyanî û oldaran re nêzî 500 kesan re dawetiye şandibû.

Serokê AKP’ê Erdogan û hin nûnerên partiyên siyasî tev li nimêjê bûn.

Serokê Karên Diyanetê yê Tirk Eli Erbaş, ku xutbe xwend, bi şûrê “fetihê” nimêj kir.

Bi biryara Şêwira Dewletê di 10’ê Tîrmehê de Muzeya Ayasofya kirin mizgeft.

Ayasofya ku ji muzeyê kirin mizgeft balkêşe îro 24’ê Tîrmehê di salvegera 97. a peymana Lozan a parçekirina Kurdistanê de, ji nimêjê re hat vekirin.

Back to top button