Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 17 kesên din bi vîrûsa Corona ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa teqez kir ku kesên bi korona ketine ji van herêman in:
Herêma Cizîrê: 11 kes
Reqa: 3 kes
Dêrazor: 3 kes
Dr. Ciwan da zanîn ku hemû ppêketiyên koronayê di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Beriya niha bi demekê desteya tenduristiyê pêketina 8 kesan bi Coronayê ragihandibû.
Li gorî desteya tenduristiyê heta niha li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 25 kesan.