Rejîma Îranê li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê kolberek kuşt

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê êrîşî kolberan kir, di encamê de kolberek hat kuştin.

Li gorî nûçeyeke Kolbernewsê, hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Çaldiran ya girêdayî parêzgeha Urmiyeyê êrîşî komek kolberan kir.

Di encama êrîşê de, kolberê bi navê Reza Îsmaîl ku ji gundê Xizirlu yê Çaldiranê, bi guleya hêzên rejîma Îranê hat kuştin.

Back to top button