Qamişlo..Balafireke bêpîlot avaniyeke karkeran topbaran kir û yek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî êrîşî aramiya li bakur û rojhilatê Sûriyê armanc digire. Vê êvarê balafireke bêpîlot a dagirkeriya Tirk êrîşî bajarê Qamişlo kir.

Di saet 18:30’an de balafira bêpîlot avaniyeke çêkirina kabloyên Kehrebeyê li taxa Qenat Siwês a li rojhilatê Qamişlo topbaran kir.

Di encama topbaranê de karkerek birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Derbarê topbaranê de, şêniyê bi navê Şêx Zên ku karkerekî avahiyê ye ji ANHA’yê re wiha got ku avahî ya sivîlan e e û tê de gelek şênî dixebitin.

Şênî Şêx Zên sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan şermezar kir.

Back to top button