Li başûrê Idlibê şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk ya dagirker de dewam dike.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê gundên Sifûhin, Kensefre û Fitêre yên Cebel Zawiyê tobbaran kir.
Di heman demê de balafirên Rûs jî li ser asîmanê herêmê geriyan.
Çeteyan jî, hêzên hikûmetê li bajarê Seraqibê topbaran kir.
Derbarê kuştî û birîndaran de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.